May 17, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Şirove - Boykotkirina serokên Hizbullahê ji aliyê Amerîkayê va

Amerîkayê roja bihurî anku 16ê Gulana 2018an boykotin nû li dijî endamên pileberz ên Hizbullaha Libnanê ji wan Seyd Hesen Nesrullah, sikritir û Şêx Neîm Qasim, alîkarê wî sepandin.

Li gorî ragihandina Ofîsa kontrola heyitiyan a Wezareta Xezînedariya AQmerîkayê, 6 kes bi tawana tiştê ku Têkilliya digel Têrorîsma Cîhanî hat zanîn, ketine nav lîsteya boykotan ku 5 kes ji wan ji endamên pileberz ên Hizbullaha Libnanê ne.

Eger çi ku dewleta Amerîkayê pêştri ji vê yekê jî hin rêberên Hizbullahê ji wan Seyd Hesen Nesrullah xistib nav lîsteya boykotan; Lê karê roja bihurî qonaxeka nû ji stratijiya dewleta Trump derheqê Hizbullah û Bereya Berxwedanê nîşan dide ku ji hêla heyama demî va ev kar gellek girîng e.

Mijara yekem ev e ku boykotên dijî çend rêber û endamên pileberz ên Hizbullahê tenê 10 roajn piştî lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Libnanê pêk hat. Li vê hilbijartinê bereya yekgirtî ya Hizbullahê karî bi bidestxistina 67 kursiyan pirraniya kursiyên parlimana Libnanê bigire destê xwe. Ev serketiona mezin bi wateya zêdebûna bandora bereya yekgirtî ya Hizbullahê li ser nijyara desthilatdariya Libnanê ye. Karê dewleta Amerîkayê ya boykotkirina endamên pileberz ên Hizbullahê bertekek li hemberî encamên hilbijartinê û ragiahndina aşkira ya nerazîtiya ji van encaman û astengîderxistina li karên navxweyî yên Libnanê tên hisab.

Mijara din ev e ku karê dewleta Amerîkayê tenê du rojan piştî Veguehstina balyozxaneya balyozxaneya vî welatî ji Til Avîvê bo beytulmuqedesê pêk hat. Ev veguhestin di rewşekê da pêk hat ku çekdarên israîlî wek berteka li hemberî xwenîşandana mezin a kub di roja Nikbetê da û hevdem digel veguhestina balyozxaneya Amerîkayê hat lidarxistin, zêde ji 65 filsitînî şehîd kirn û derdora 3800 kesên din jî birîndar kirin. Ev kar bi armanca pêgiriya lis er piştgiriya ji akrên Israîlê ji wan cinayeta vê dawiyê pêk hat.

Karê dewleta Amerîkayê tenê heftiyekê piştî derketimna vî welatî ji Lihevkirinameya Atomî ya digel Îranê pêk hat. Yek ji armancên ehrî girîng ên Amerîkayê ya derketina ji Lihevkirinameya Atomî, rêgirtina li ber xurtbûna tevgera Berxwedanê li navçeay rojavayav Asyayê ye. Boykotkirina rêber û endamên pileberz ên Hizbullaha Libnanê jî hevtûsê vê pêvajoyê û bi armanca anîna zextê lis er Hiozbullahê ku hevpeymana  herî girîng a Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê jî tê hisab, pêk hatiye.

Piştî vê yekê ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî ragihand, Rêjîma Israîlê êrîşên mûşekî li dijî Sûriyêî pêk anîn ku tûşî berteka artêşa Sûriyê bû  ûwisa ku Seyd Hesen Nesrullah roja Duşemiyê amaje pê kir 55 mûşek bo Golanê hatin avêtin. Sikritirê gişt ê Hizbullaha Libnanê tevî hişyarkirina Rêjîma Israîlê û tevî pêgiriya li ser vê yekê ku mezinahî û heybeta Rêjîma Siyonîst û hêza wê ya esmanî hat işkestin, got: Heke destdirêjiya Israîlê li ser Sûriyê bê domandin, vê carêî bersiv dê li dilê Filsitîna Dagirbûyî be, ne li Golanê. Karê berê yê dewleta Amnerîkayê yê boykotkirina rêber û endamên pileberz ên Hizbullaha Libnanê tenê du rojan piştî vê hişyariya qahîm û tund a Seyd Hesen Nesrullah pêk hat û wek bertekek li hemberî vê helwêsta bihêz û jîrekane ya Sikritirê gişt ê Hizbullahê tê hisab.