Waşengtonê, sekreterê giştî, alîkar û endamên pilbilind ên Hizbullaa Lubnanê boykot kirin
Wezareta xizînedariya Emerîkayê roja çarşemiyê boykotên nû li dijî endamên pilebilind ên Hizbullaha Lubnanê ji wan li dijî sekreterê giştî û alîkarê vê komê kivş kirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Wezareta Xizînedariya Emerîkayê li îdiayeke pêkenî, seyd Hesen Nesrullahê, sekreterê giştî, şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî, Husêyn El-Xelîl şêîwirmendê siyasî yê sekreterê giştî, Îbrahîm Emîn El-Seyid, serokê konseya siyasî û Muhemed Yezbek, serokê konseya dadweriyê ya Hizbullaha Lubnanê tawanbarê peywendiya bi terorîzma cîhanî kir û danî nava lîsteya boykotên xwe.
Emerîka pêştir jî hin boykot li dijî sazî û kesên têkildarê Hizbullaha Lubnanê cih anîbû.
Konseya Hevkariya kendava Farsê jî bin zexta Erebistana Siûdî kiryara Emerîkayê ya botykotkirina endamên pilebilind ên Hizbullahê teqlîd kir.
Erebistana siûdî jî 15 kes ji endamên pilebilind ên Hizbullaha Lubnanê boykot kirin.
Ev boykot piştî serketina tevgera berxwedanê li hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê cih hat.
Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê 6 Gulanê li dar xist û bereya berxwedanê bi bidestxistina 67 kursî ji 128 kursiyên parlemanê bi ser ket.
Hizbullaha Lubnanê roleke giring li rawestana li ber komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka, Erebistan û hevpeymanên wan piştgirî dibe, li navçeyê heye. Hizbullaha Lubnanê her wiha li kêleka gelê mezlûm ê Filistînê û li hember Rejîma dagirkirê Qudsê bûye ku ji aliyê Waşengton û Rejîma Siûdî ve tam piştgirî dibe.