May 16, 2018 18:23 Asia/Tehran
  • Tel Avîvê sefîrê Tirkîyê vexwend

Bi dû derxistina sefîr û konsulê Rêjîma Sîyonîst ji hêla dewleta Tirkîyê ve, Tel Avîvê jî sefîrê Tirkîyê ji bo dayîna îfadeyan têkildarî kiryara Enqerê vexwend.

Li gorî rapora Rojnama Hurriyetê, piştî derxistina sefîrê Israîlê yê li Enqerê ku bi hegera nerazîbûna li hemberî kuştina filistînîyên li Xezzê pêk hat, serkonsulê Israîlê li Istenbolê jî hat derxistin. Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ji konsulê Israîlê xwest ku midehekê terka wî welatî bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê berî vîya sefîrê Rêjîma Sîyonîst li Enqerê vexwend û ji wî re got ku divê terka vî welatî bide.

Wezareta Karên Derve ya Israîlê jî bi vexwendina Husnî Gurcan Turkoglu serkonsulê Tirkîyê li Qudsê, ji wî xwest ku heyamekê bizvire Tirkîyê.