Xwenîşandana xelkê Telavîvê bona protestokirina kuştina gelê Gazayê
Bi sedan kes ji xelkê Telavîvê sêşemiyê şevê bona protestokirina kuştina xelkê Gazayê ji aliyê eskerên siyonîst xwenîşandan bi rê xistin.
li gorî rapora Fars Newsê, îsraîliyên nerazî bi rakirina hin plakardan ku ser wan nivîsîbûn`` Gazayê azad bikin``, `` Li hember dagirkiriyê emê rawestin``, `` Dawiyê bidine dagirkiriyê ``, Dev ji gulleavêtina bikuj berdin`` cinayteên Rejîma siyonîstî li Gazayê û siyasetên vê rejîmê li dijî filistîniyan şermezar kirin.
Xwenîşanderên îsraîlî teqez kirin ku piraniya kesên ku li xwenîşandana mafê vegerê li sînorê Gazayê şehîd kirin, ciwan û kesên sivîl bûn û cihû nikarin li hember kuştina xelkê Gazayê bêdeng bimînin.
Ev xwenîşandana ji aliyê saziya mafên mirovan a `` Peace Now( Niha aşitî) li Filistîna dagrbûyî hatibû organzîekirin.
Li xwenîşandana roja Duşemiyê ya filsitîniyan bi nîşana nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê, herîkêm 60 filsitînî şehîd bûn û 2770 kes birîndar.