Hewldana welatên curbicur ji bo destpêkirina peywendiyan bi Şamê re
Balyozê Sûriyê li Lubnanê li bara hewldana welatên curbicur ji bo destpêkirina peywendiyan bi Şamê re agahî da.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Ebdulkerîm Elî, li gotûbêja bi rojnama El-Exbara Sûriyê re got: Piraniya welatên ku berê bin zexta Emerîkayê peywendiyên xwe bi Sûriyê re qut kiribûn, niha hewl didin bi Sûriyê re peywendiyê çê bikin û hegera wê, serketinên mezin û mayîndebûna hikûmetê, artêşê û gel û hevpeymanên Sûriyê ne.
Balyozê Sûriyê li Beyrûtê her wiha bal kişand ser hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê û got: Hin liv û tevger li Lubnanê divê helwêstên xwe venihêrin û rêzê ji berjewendiyên her du welatên Sûriyê û lubnanê û du gelan ku ji xwe netewekî hevgirtî ne û bingeh, prensîp, sunet, dîrok û pêşerojeke hevpar hene.
Elî Ebdulkerîm Elî destnîşan kir: Ger Lubnan, Sûriye û berxwedanê hevkariya seketî tineban, ewlehiya sînorên du welatan dabîn nedibû û ji terorîstan paqij nedibû lê hin liv û tevegrên siyasî li Lubnanê li dijî ewlehiya Sûriyê komploî cih anîn û piştgirî dan terorîstan.
Peywendiyên navbera Sûriyê û Lubnanê li çend salên buhurî ji ber qeyrana nifûza komên tereorîstî li navçeyên curbicure Sûriyê ku bandora neyînî ser meseklên ewlehiyê hebû, rastî aloziyê hatibû.