May 16, 2018 12:51 Asia/Tehran
  • Daxwaza nûnerê Filsitînê ji civaka cîhanî ji bo bidawîanîna cinayetên Rêjîma Siyonîst

Nûnerê hertimî yê Filsitînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) wek brteka li hemberî dewama serkutkirina Israîlê li erdên dagirkirî û siyasetên Amerîkayê yên piştgiriya Til Avîvê, ji civaka cîhanî daxwaza alîakriyê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Nûnerê hertimî yê Filsitînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Riyz Mensûr roja Sêşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo hilkolandina rewşa Filsitînê bal kişande ser berçavnegirtina dagirkeriya Rêjîma Siyonîst wek çavkaniya sereke ya tundiyê li navçeyê, got: Filsitînî bi gotina herî tund cinayet û siyasetên Til Avîvê li Xezeyê şermezar dikin û daxwaza rawestandina elzgîn a destdirêjiyên leşkerî yên vê rêjîmê dijî filsitîniyan dikin.

Nûnerê hertimî yê Filsitînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişande ser nebûna lêkolînên navneteweyî yên zelal û serbixwe tevî daxwazên berdewam ên Antonyo Gotrêş, sikritirê gişt ê NY û çarde endamên Konseya Ewlehiyê ya NY û got: Israîl bi girankirina êrîşên xwe yên bi hovîtî dijî rûniştiyên Xezeyê, bi qesd welatiylên asayî yên bêberevan dide ber êrîşê ku ev kar binpêkirina aşkira ya mafên mirovdostane yên navneteweyî û konvansiyonên têkildarî piştgiriya ji welatiyên asayî ye.

Wî her wiha cinayeta Israîlê li ser esasa Konvansiyona Romayê, wek Cinayeta cengê û Dijî Mirovatiyê da zanîn û li bara rewşa diltezîn a Xeze û Qudsê, kuştina welatiyên sivîl, dorpêçkirin û işkencekirina fislitîniyan bi teşeyên cûrbicûr hişyarî da.

Bi dehan hezar welatiyên filsitînî roja Duşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsa dagirkirî û heftiyemîn salvegera dagirkirina Filsitînê li sînorên rojhilata Xezeyê meşek li dar xistin.

Dewleta Amerîkayê roja Duşemiay vê heftiyê li bêdengî û sersariya rêxistinên dawakarê mafên mirovan û NY, balyozxaneya xwe ji Til Avîvê veguheste Qudsê ku ev kar tûşî nerazîtiya berfireh û seranserî ya gelê Filsitînê bû.

Her wiha ji ber êrîşên bi hovîtî yên siyonîstan dijî neraziyên filsitînî 59 kes ji wan zarokekî heşt mehî şehîd û derdora sê hezar kes jî birîndar bûn.