May 16, 2018 10:17 Asia/Tehran
  • Rêxistina Xwerêvebir a Filsitînê nûnerê xwe ji Amerîkayê paşve kişand

Li pey helahelaya Amerîkayê ji riya lidarxistina rêûrisma vekirina balyozxaneya vî welatî li beytul Muqedesê li heftiyemîn salvegera dagirkirina Filistînê ji aliyê siyonîstan va, serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filsitînê bi nîşana nerazîtiya li hemberî vê karî, nûnerê xwe ji Waşîngtonê vexwend.

Li gorî rapora berbanga Çarşemiyê ya IRNAyê, Sikritirê gişt ê Komîteya Cihanînê ya Saziya Azadker a Filistînê (SAF) got: Li pey veguhestina balyozxaneya Amerîkayê i Til Avîvê bo Qudsê, mehmûd Ebas, serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filsitînê roja Sêşemiyê Hisam Zemlet, serokê ofîsa nûnertiya vê rêxistinê ji Waşîngtonê vexwend û ew niha di riya vegeriyana bo Filêsitînê ye.

Dêyvîd Frîdmen, balyozê Amerîkayê li Israîlê roja Duşemiyê bi saya sersarî û bêdengiya rêxistinên dawakarê mafên mirovan û NY bi awayê fermî veguhestina balyozxaneya vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsa dagirbûyî ragihand.

Hevdem digel veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê, gelê Filsitînê roja Duşemiyê li Quds, Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê bi lidarxistina xwenîşandanê, nerazîtiya xwe ragihandin ku heta niha li vê xwenîşandanê herîkêm 61 filsitînî bi gulleyê çekdarên siyonîst şehîd û 2771 kes jî birîndar bûne.