May 16, 2018 10:16 Asia/Tehran
  • Li xwenîşandana roja Sêşemiyê ya filsitîniyan kesek şehîd bû û bi dehan kes birîndar bûn

Li xwenîşandana aram a filsitîniyan di salvegera Roja Nikbetê da li Zîvala Xezeyê û Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê filistîniyek şehîd bû û hejamreka din birîndar bûn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, çekdarên Rêjîma Siyonîst duih anku Sêşemiyê êrîşî ser filsitîniyên beşdar li xwenîşandana salvegera Roja Nikbetê (15ê Gulanê) kirin û gulle reşandin ser wan ku di encamê da filsitîniyek şehîd bû û herîkêm 62 kes birîndar bûn.

Filsitîniyan roja Sêşemiyê hevdem digel salvegera Roja Nikbetê (15ê Gulanê) xwenîşandanek li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê dest pê kirin.

Hêzên dagirkerê Qudsê bi bikaranîna firokeyeka bêfirokevan gaza rondikrêj reşandin ser xwenîşanderên filsitînî li derbasgeha bakurî ya El Bîreyê.

Wezareta Tendurustiyê ya Filsitînê ragihand: Li xwenîşandana roja Duşemiyê ya filsitîniyan bi nîşana nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê, herîkêm 60 filsitînî şehîd bûn û 2770 kes birîndar.

14ê Gulanê hevdem digel heftiyemîn salvegera bi sedan hezar filsitîniyan ji welatê wan û 15ê Gulanê heftiyemîn salvegera damezirandina Rêjîma sexte ya Israîlê nasyar bi Roja Nikbetê ye. gelê Filsitînê her salê di vê rojê da xwenîşandaneka dijî Israîlêî li dar dixin.