May 15, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Cabirî- Ensarî û Dê Mîstûra li Astaneyê civîyan

Destyarê pileberz ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karên siyasî û Nûnerê sikritirê gişt Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê li çaçova civînên nehemîn dora gotûbêjên Astaneyê gotûbêj kirin.

Destyarê pileberz ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya îranê li warê siyasî û gotûbêjkerê pileberrz ê Îranê li gotûbêjên Astaneyê, Hisên Cabirî Ensarî û Stêfan Dê Mîstûra, nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê NY li warê Sûriyê roja Sêşemiyê li vê hevdîtinê, li bara dawîn guhertinên gotûbêjên Astane û Jinêvê û pesendnameyên Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê bi taybet li warê damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn gotûbêj kirin.

Cabirî Ensarî û Dê Mîstûra li ser pêwîstiya dewama şêwirîn û gotûbêjên xwe yên giştalî ji bo alîkariya bo çareseriya qeyrana Sûriyê pêgirî kirin.

Cabirî Ensarî bal kişande ser gotûbêjên xwe yên vê dawiyê tev rayedarên pileberz ên Sûriyê û peydakirina rêkareka lihevkirî ku bikare pêbaweriya tevahiya aliyan bi dest bixe, pêwîst da zanîn.

Gotûbêjên Aştiya Sûriyê ji roja Duşemiyê va bi qasî du rojan li Astaneya Qezaqistanê dest pê bû.

Li van gotûbêjan hin deste ji welatên misogerkirê Agirbesê (Îran, Rûsiye û Tirkiyê), desteyên dewleta Sûriyê û dijberên çekdar jî beşdar in.