May 15, 2018 18:26 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana filistînîyan bi boneya Roja Reş

Filistînîyan îro hevgavê salroja Roja Reş (15`ê Gulanê roja dagirkirina Fiilstînê) xwenîşandanek li deverên curbicur ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezê li dar xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, bi sedan filistînî li bajarên Ramulah, Beyt Lehm, Al bîre û Al Xelîlê li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezê li xwenîşandana bi boneya Roja Reş pişkdar bûn.

Hevgavê dewama xwenîşandana filistînîyan, artêşa rêjîma Israîlê jî hêzê û alavên cengê li sînorên rojhilata Zîvala Xezê bi cih kirin.

Hêzên dagirkirê Qudsê bi balafireke bêpîlot jî xwenîşanderên filistînî li derîyên bakûr ê Al Bîrê dan ber gaza rondikîner. Di encama êrişa eskerên Sîyonîst li devera Bab ul Zawîyê li şarê Al Xelîlê li Rexê ROjavaya Çemê Urdinê de jî 2 filistînî birîndar bûn.

Di vî halî da, filisîtînyên seranserî deverên Filistînê bi nîşana rêzgirtina li şehîdên xwenîşandana duh li Xezzê û şîndarîya ji bo wan, ketin grevê.

Komên filistînî jî li daxûyanîyekê gelê Fiilstînê ji bo domandina xwenîşandanê heta rakirina dorpêçkirina Xezzê û vegera awareyan vexwendin.

Wezareta tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Sîyonîst ser xwenîşandana filistînîyan de ku duh bi nîşana nerazîbûna li hemberî veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê hat lidarxistinê, herîkêm 60 filistînî şehîd û zêde ji 2770 kesî jî birîndar bûn.

Roja 14`ê Gulanê heftêyemîn salvegera derxistina bi sedan hezar kesên filistînî ji warê wan û 15`ê Gulanê jî salvegera damezirandina rêjîma sexte ya Israîlê wek ROja Reş e.

Gelê Filistînê heta niha her sal di vê rojê de daketîye kolanan û xwenîşandan li dijî rêjîma Israîlê lidar xistîye û pêgirî li ser serwerîya xwe li warên dagirbûyî kirîye.