May 15, 2018 17:15 Asia/Tehran
  • Mehkûmkirina cinayetên Rêjîma Siyonîst

Kuştina bi hovîtî ya welatiyên filsitînî rastî bertekên berfireh di asta navçeyî û seranavçeyî da hatiye.

Yekîtiya Afrîqayê kuştina filsitîniyan li Zîvala Xezeyê bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Mûsa Fekî Mihemed serokê Komîsiyona Yekîtiya Afrîqayê Duşemiyê bi şev bi weşandina daxûyaniyekê dilgiraniya xwe ji rewşa li erdên Filsitînê piştî veguhestina balyozxaneya Azmerîkayê bo Qudsê diyar kir.

Mûsa Fekî Mihemed her wiha got: Guherandina cihê balyozxaneya Am,erîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê tenê kêşeyên navçeyî zêde kirine û Filsitîn tûşî qeyranê aniye.

Serokê Komîsiyona Yekîtiya Afrîqayê her wiha hevdengiya xwe digel hewildana rewa ya gelê Filsitînê bo hebûna dewleteka serbixwe û yekparçetiya bi paytextiya Qudsa Rojhilat diyar kir.

Paşayê Mexribê li bara xeterên her cûre destdirêjiya ser rewşa hiqûqî û dîrokî ya Qudsa dagirbûyî û qewimîna pevçûnên mezhebî hişyarî da.

Wezareta karên derve ya Misrê şehîdbûna bi dehan filsitîniyan bi destê çekdarên Rêjîma Siyonîst di xwenîşandana aram li Zîvala Xezeyê şermezar kir.

Wezareta karên derve ya Tûnisê roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina êrîşa çekdarên Rêjîma Siyonîst ser xwenîşandana aram ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Filsitînê, veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê jî da ber lomeyan.

Ehmed Ebu Xeyt, Sikritirê gişt ê Yekîtiya Ereban roja Duşemiyê ragihand: Karê Amerîkayê yê veguhestina balyozxaneya xwe ji Til Avîvê bo Qudsê binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî ye.

Ebu Xeyd destnîşan kir: Şehîdbûna bi dehan filsitîniyan li Zîvala Xezeyê bi destê çekdarên Rêjîma Siyonîst hevdem digel veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê zengila xeterê ye.

Cirmî Korbîn, Rêbnerê Partiya karkeran a Brîtanyayê wek bnerteka li hemberî karê Rêjîma Siyonîst ê şehîdkiirna zêde ji 50 welatiyên asayî yên Filsitînî, got: Ev cinayet ne tenê divê ji aliyê civaka navneteweyî va bên şermezarkirin, belkî hewcedara pêngava navneteweyî li dijî Israîlêî ye,.

Hevdem digel cihanîna fermana Donald Trump a veguhestina balyozxaneya Amerîkayê jib Til Avîvê bo Qudsê, Filsitînî piştî derbasbûna meh û nîvekê ji xwenîşandana xwe ya bi navê ``Meşa Vegeriyanê`` ku ji roja 30ê Adarê va dest pê bûye, roja Duşemiyê li salvegera Roja Nikbetê (14ê Gulanê) meşek li dar xistin ku li vê meşê 60 filsitînî bi destê çekdarên Rêjîma Siyonîst hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.