May 15, 2018 11:50 Asia/Tehran
  •  Hejmara şehîdên filistînî li roja Nikbetê gihêşt 58 kesî

Wezareta Tebndrustiyê ya Filistînê, hejmara şehîdên roja duşemiyê li sînorên rojhilata zîvala Gazayê, 58 kes raghand.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ji zarê malpera Filistîn El-Yewmê, Eşreft El-Qedre berdevkê Wezareta Tendrsutiyê ya Fiklistînê li Gazayê raghand ku heya niha  du hezar  û 771 welatiyên filistînî jî ji aliyê eskerên  siyonîst birîndar bûne.

 Medya filistînî jî li bara şehadeta  Leylî Enwer El-Qendûr, dergûşa 8 mehî  bi fetisîna ji ber gazên jardar ên Rejîma Siyonîstî agahî dan.

  Hevgavê gulleavêtina  eskerên siyonîst ser xwenîşanderan, balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî jî bi sê mûşekan, yek ji navenda berxwedanê li  bakurê Zîvala Gazayê dan ber êrişan.

  Topxana  Rejîma  Siyonîstî jî bi du mûşekan kombûna  ciwanên filistînî li nêzîkî sînorên  zîvala Gazayê li bakurê Beyt Hanûnê dan ber êrişan û du gulleyên topê jî ber bi birceke  çavdêriyê ya berxwedanê  li rojhilata Cebalyayê avêtin ku li encama wê çar ciwan şehîd û  15 kesên din birîndar bûn.

 Roja duşemiyê bi dehan hezar welatiyên filistînî bona  protestokirina  veguhestina balyozana  Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û 70 mîn  salvegera  dagirkirina  Filistînê li sînorên  rojhilata  zîvala Gazayê xwenîşandan bi rê xistin.