May 15, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Sekreterê giştî yê Hizbullahê: Baweriya li Emrîkayê hîmaqet e

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişand ser bêsoziyên Emerîkayê li hember qanûn û rêziknameyên navneteweyî û got: Piştî ev hemî ezmûnên ku bi emerîkiyan re hatine dest, baweriya li berpirsiyarî û sozên vî welatî hîmaqet e.

Li gorî rapora IRNA` yê, seyd Hesn Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullahê roja duşemiyê li merasima  duwem salvegera  şehîd  Mustefa Emîn Bedredîn, nasiyar bi seyd Zulfeqar li navça Zahiyê bal kişand ser vê yekê ku nirxên însanî tu cih û şûnek li biryarên Emerîkayê tine û teqez kir: Ji bo Emerîkayê  ewilî berjewendiyên vî welatî û piştre  berjewendiyên  Rejîma Siyonîstî giring e.

 Balefirên Rejîma Siyonîstî du salan  berî niha  li êrişa ser cihê mayîna  Mustefa  Emîn Bedredîn li nêzîkî balefirgeha Şamê, ev fermandeyê berxwedanê şehîd kirin.

 Sekreterê giştî yê Hizbullahê bal kişand ser operasyona  vê dawiyê ya artêşa Sûriyê li navça Golana  dagirbûyî û got: Tişta ku li Golana dagirbûyî qewimî, yek ji şiklên  berteka li hember destdirêjiyên  siyonîstan ser Sûriyê ye û peyama  vê operasyonê bo Îsraîlê ev e ku nikare  bêyî mehkemekirin  ji navçê derkeve.

  Seyd Hesen Nesrullah her wiha bal kişand ser plana  nasyar bi  danûstandina  serdemê ku weke  rêçareya  dewleta Emerîkayê bona kutakirina  pirsgirêka Filistînê tê binavkirin û ew weke pirsgirêkeke mezin ad aznîn ku divê hemî cîhan wê erd bike.

 Sekreterê giştî yê Hizbullahê  teqez kir: Her welatê ku çarenivîsa xwe bi Emerîkayê ve girêde û biryarên xwe ji riya  baweriya bi berpirsiyariyên Emerîkayê bide, şaş bûye.

 Sekreterê giştî yê Hizbullahê li beşeka din ji gotinên xwe bal kişand ser vê yekê ku gelê Lubnanê û Filistînê divê ji kiryarên  dewleta Emerîkayê li navçê ji wan vekirina  balyozxana  vî welatî li Qudsê dersê werbigirin û destnîşan kir: Emerîka ser qanûn û biryarnemyên  navneteweyî nasekine û eva li halekê ye ku  ji yên din dixweze ku ser wê bisekinin.