Adar 14, 2018 18:11 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên cengê yên Siûdî ser balafirgeha navneteweyî ya Sena ya Yemenê

Balafirên cengê yên rejîma destdirêjker a Siûdî çend caran balafirgeha navneteweyî ya Sena ya Yemenê, bi giranî dan ber bombeyan.

Li gorî raproa roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, li gorî ragihandina çavkaniyên mêdyayî, balafirgeha navneteweyî ya Senayê, pênc caran ketiye ber êrişên destdirêjkerên Siûdî.

Malpera nûçeyan a Mareb Press`ê jî ragihand: Di du rojên buhurî de balafirên cengê yên Siûdî, 50 caran parêzgehên Sena, Zumar, Teêz, El Beyza, Cewf, Sede, Hece û Hedîdê dane ber bombeyan.

Çavkaniyên agehdar li navenda mêdyayî ya artêşa yemenê jî ragihandin: Gelek pevçûn di navbera endamên ser bi Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokomarê îstîfakirî yê Yemenê û hêzên Ensarulaha li parêzgeha sînorî ya Cewfê li bakûra vî welatî  de qewimîne û hin pevçûnên din jî li parêzgeha Marebê li bakûra rojhilata Yemenê berdewam in.

Ev çavkanî li navenda mêdyayî ya artêşa Yemenê, herwiha gotin: Hêzên Ensarulahê êriş birine ser pêgeh û bargehên leşkerî yên endamên ser bi Hadî li hin navçeyên bajarê Meslûbê û li navça Sefer Henayayê li bajarê El Metûnê ku di encama vê operasyonê de hejmareka zav a endamên ser bi Mensûr Hadî hatine kuştin.

Di eynî demê de qernaseyên yemenî 14 leşkerên siûdî li bilindiyên nêzîkî derbasgeha Elebê li parêzgeha Esîrê li başûra Erebistanê, bi derba Gullê kutin yan jî birîndar kirin.

Hêzên yemenî herwiha bi êrişa ser pêgeha Sebhetelê ya leşkerên siûdî li parêzgeha Esîrê, çend kes ji wan kuştin yan jî birîndar kirin.

Erebistana Siûdî bi mihana vegerandina Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokomarê îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê, bi piştgîriya Amerîkayê û çend welatên erebî, ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye. Şerxweziya Erebistanê li Yemenê bûye sedem ku heya niha bi dehan hezar kes li vî welatî hatine kuştin yan jî birîndar bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.

Hêzên yemenî jî wek berteka li hember êrişên destdirêjkeran, bargeh û pêgehên Rejîma Alê Siûd û kirêgirtiyên wê yên li Yemenê û nav axa Erebistanê dikine armanc.