Adar 12, 2018 20:33 Asia/Tehran
  • Mayîna bineçarîyê ya serokkomarê îstifakirî yê Yemenê li Riyazê

Selah Seyadî wezîrê mişêwir li dewleta îstifakirî yê Yemenê dilgiraniya xwe li bara rewşa Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî raghand Mensûr Hadî niha bi neçarî li Riyazê de ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, malpera nûçan a Rojnama  El-Şerqê îro raghand: Eva yekim mukirhatina  rayedarekî dewleta îstifakirî ya Yemenê li bara îqameta bi zorê ya Mensûr Hadî li Riyazê ye li halekê ku çalakên  yemenî pêştir jî bi awayekî berfireh li torên civakî ev mijara xistibûn rojevê.

 Seyadî gotiye: Ger Mensûr Hadî ji îqameta bi zorê rizgar nebe divê yemenî li benda tiştên hîn xirabtir bin ku Alê Siûd dê ji wan re  pêk bîne.

 Wezîrê mişêwir li dewleta îstifakirî ya Yemenê rewşa Mensûr Hadî li Riyazê tev Sed Herîrî serokezîrê Lubnanê ku li Mijdara buhurî li Erebistanê neçar man îstifayê bikin qiyas kir û got: Erebistan pêşiya  vegeryana  Mensûr Hadî bo Yemenê girtiye û vê dawiyê wî ku diçû Yemenê ji balefirgeha  melik Xalidê li Riyazê vegerandiye.

 Erebistanê bi piştgiriya Emerîka û çend welatên  ereb ji Adara 2015`an  bi mehna  vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser qawetê êriş kir ser vî welatî û tevî êrişên hewayî û dprpêça giştalî ya Yemenê, negihêştiye tu yek ji aramncên wxe.