Sed Herîrî derbasî nava hevrikiya hilbijartinê ya Lubnanê bû
Di dewama xebatên hlbijartinê li Lubnanê, serokwezîrê vî welatî berbijarên patiya Teyar El-Musteqbelê ku hevrikê sereke yê Hizbullahê li hilbijartinên pêşber e, raghandin
Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê El-Neharê, Sed Herîrî serokwezîrê Lubnanê, 37 kes ji endamên tevgera El-Musteqbelê ji bo beşdariya li 8 navendên hilbijartinê dan nasandin ku 22 kes ji wan berbijarana nû ne.
Serokwezîrê Lubnanê slogana tevgera El-Musteqbelê li hilbijartina pêşberî Lubnanê, wek morika nezerê da zanîn û got: Armanca vê sloganê piştgiriya ji welêt, ewlehiya civakî, diravê neteweyî û geşatiya aborî ye.
Hizbullah 27 Çilla 2018` an bi slogana Nehmî û Nebenî( em piştgiriyê didin û çê dikin) trena xwe ya hilbijartinê bi rê xist.
Tevgera El-Musteqbelê û Hizbullah aktorên sereke li hilbijartinên parlemana lubnanê ne ku biryar e 6 Gulana 2018`an were li dar xistin.