Sibat 15, 2018 16:09 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana bi hezaran behrêyniyan li salvegera serhildanê

Li xwenîşandana bi hezaran kes ji behrêyniyan li heftemîn salvegera serhildana 14ê Sibatê, ji ber reşandina gaza rondikrêj ş gulleyên saçmeyî ji aliyê hêzên ewlehiyê va, pevçûn derket.

Li gorî rapora malpera Neynika Behrêynê (Mêrat El Behrêyn), li halekî ku hêêzn ewlehiyê yên mrêjîma Alê Xelîfe tevdîrên taybet ên ewlehiyê ji bo heftemîn salvegera serhildana 14ê Sibatê girtibûn ber xcwe, bi hezaran kes ji behrêyniyan li salvegera vê serhildanê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî derketin nav kolanan.

Van xwenîşanderan li taxa ticarî ya bajarê Menameya paytexta Behrêynê û navçe û gu8ndên nêzikî wî xwenîşandaneka aram li dar xistin; Lê hêêzn ewlehiyê yên rêjîma Alê Xelîfe ber bi xwenîşanderan va gaza rondikrêj reşandin.

Xwenîşanderan bi bilindkirina hin dirûşmeyan Paşayê Behrêynê, Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe, wke berpirsê binpêkirina mafên mirovan li vî welatî dan zanîn û xwestin ku ew ji ser kar wêda here.

Li pey şer û pevçûna navbera hêzên Alê Xelîfe û xwenîşanderan, şûnên ticarî li gellek deverên vî welatî hatin girêdanê.

Her wiha şeva bihurî bi hezaran kes ji behrêyniyan li xwenîşandanên aram li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî beşdar bûn.