Dewama êrişên hewayî yên giran ên Erebsitanê li Yemenê
Çavkaniyeke ewlehiyê li Yemenê raghand: "Li encama êrişa balefirên cengê yên Erebistanê ser malekê li navça Serwahê li Marebê, çar kes ku hemî jin û zarok bûn, bûne gorî".
Li gorî rapora îro ya El-Alamê, vê çavkaniya ewlehiyê her wiha li bara mirina du jinên yemenî li encama êrişên balefirên cengê yên siûdî ser rawestgeha gazê li beşa El-Crahiyê ya parêzgeha edîdê agahî da.
Balefirên cengê yên siûdî her wiha êriş kirin ser navça El-Buqeyê li Meranê ser bi beşa Hedeanê li parzêgeha Sedeyê.
Hevalbendiya destdirêjkiran 25 caran navçên Herez, Mêdîiyê li parêzgeha Heceyê dan ber êrişan.
Ji aliyê din ve wek berteka hêzên berxwedana Yemenê li hember êrişa kirêgirtiyên hevalebndiya siûdî li nêzîkî navça El-Eqrûzê li parêzgeha Teizê û teqandina bombeyê ser riya karwanên wan, hejmarek ji kirêgirtiyan hatin kuştin an birîndar bûn.
Her wiha eskerekî siûdî bi derba gulla nîşanbazên artêşa Yemenê û komîteyên gelanî li Tebe El-Xezanê li gundê Qewiyê li Cîzanê hat kuştin û meqerên eskerî erebistanî li kampa Akifê li Necranê ket ber êrişan.