Sibat 15, 2018 09:38 Asia/Tehran
  • Axaftina Sied Herîrî li merasima salvegera terora serokwezîrê berê yê Lubnanê

Serokwezîrê Lubnanê got: "Em dê nehêlin ku hin kes bên û xelkê emegdar ber bi şerê navxweyî bikşînin û xwîna cangoriyan xisar bibe".

 Li gorî rapora kanala  televîyonî ay El-Meyadînê, Seid Herîrî roja çarşemiyê li merasima  13'mîn  salvegera terora Refîq Herîrî serokwezîrê berê yê Lubnanê û bavê wî li Beyrûtê destnîşan kir: "Lubnan  rastî şerê navxweyî  nayê ji ber ku  îro rojê Lubnan xwediyê îqtidara ewlehiyê ye ku hemî şanaziyê pê dikin".

 Seid Herîrî her wiha diyar kir: "Hilbiajrtinên parlemanî yên 2018`an  li Lubnanê, xala weçerxanê li heyata parlemanî çi li  warê qanûna  nû û çi jî li bara  pêkhatian  parlemana nû ye".

 Serokwezîrê Lubnanê destnîaşn kir: "Çek divê tenê di destê Dewletê de be, hêza artêşê û hêzên ewlehiyê divê were xurtkirin û hevgirtina  neteweyî li hember timakariyên  Rejîma Îsraîlê serê xwe bigire".

  Serokwezîrê Lubnanê her wiha ji beşadrên  salvegera  terora bavê xwe xwest ku ji ber Qudsê, paytexta  hetahetayî ya  Filistînê û bi nîşana  hevgirtina  bi Qudsê re  û mayîndebûna  gelê Filistînê deyqeyekê bisekinin.

 Refîq Herîrî serokwezîrê berê yê Lubnanê 14ê Sibata 2005`an  ji aliyê kesên  nenas va li Beyrûtê hat terorkirin. Terora Refîq Herîrî guhertinên  siyasî yên zav li Lubnanê pêk anî û bû sedema hin bûyeran ku ji wan derketina hêzên  sûrî ji Lubnanê bû.