Sibat 14, 2018 19:20 Asia/Tehran
  • Despêbûna dewra duyem a xwenîşandanên li Behreynê hevdemê salvegera Şoreşa 14ê Sibatê

Dewra duyem a xwenîşandan û nirizamendiyên gelanî li Behreynê hevdemê salvegera Şoreşa 14ê Sibatê ya vî welatî de vê berêvarê li deverên curbicur despê kir.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Hêzên ewlehiyê û polîsê Behreynê li deverên curbicur ên vî welatî li hemberî gelê behreynê ku xwenîşandanên protestokirinê lidar xistibûn  sekinîn û ew dane ber lêdan, û li dij wan gazên îsotê bikar anîn. Xelkê behreynê jî bi vêxistina agir çarsî û kolan girê dan. Lê belê polîs bi wesayî û amûrên curbicur û pevçûnê bi tabet bi bikaranîna çekan hewldan xelkê ji hev bela bikin.

Îro 14ê Sibata 2018  salvegera Şoreşa Gelê Behreynê ye. Heft sal ser vê şoreşê derbas dibe û xelkê navê Şoreşa Milwarîdê li wê kirine û hîn jî xelkê Behreynê tevî serkutkirinên dijwar dest ji berxwedan û şoreşa xwe ya li hemberî Rejîma Dîktatorî ya Behreynê bernedane.

Xelkê Behreynê ku 14 Sibata 2011 şoreşa xwe despê kirin, dixwazin li welatê wan azadî, wekhevî, edalet û rejîmeke gelanî damezire.