Êrişa mûşekî û topxaneyî ya Yemenê ser başûra Erebistanê
Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê sêşemêşev pêgehên eskerên Seûdî li Necran û Esîrê li başûra Erebistanê kirine hedefa êrişên xwe.
Li gor rapora telivîzyona El-Mesîreh ya Yemenê, Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê sêşemêşev pêgehên eskerên Seûdî li navçên El-Şerefe û El-Şebeke ku dikevine nav Necranê kirine hedef û jinav birin.
Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwisa pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê jî li Cemarkê li bilindiyên Xezan û Şêybanî li Esîrê bi Katyoşayê kirine hedefa êrişên xwe .
Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwisa sibeya şemiya bihurî sîstema mûşekî ya patriyot Pek3 a rejîma Seûdî li başûra rojavaya Yemenê kirine hedef û jinav birin.
Qudreta berevaniya Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her roj bi hêztir dibe ku eva bûye sebeba nîgeraniya Erebistanê