Sibat 13, 2018 11:24 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Tillerson li Qahirê di bereberê hilbijartinên serokomariya Misrê de

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li çarçova siyasetên Waşîngtonê yên mudaxileya li bakura Afrîqayê serdana Qahirê paytexta Misrê kir û bi werzîrê derve yê vî welatî re gotûbêj kir.

Li gor televîziyona Aljazeera ya Qeterê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li press konferansa xwe ya bi wezîrê derve yê Misrê Samih Şukrî re li Qahirê gotûbêjên du alî li bara pirs û krîzên navçê û meselên ewlekariyê bi feyde û kêrhatî da zanînê û got: Welatê wî hevkariya xwe bi misrê re li warê şerê li dij terorîzmê û tundrewiyê berdewam dike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê herwiha îdia kir ku Waşîngton piştgiriyê dide birêketina hilbijartina zelal li Misrê.

Tevî vê îdiaya Tillerson, serokomarê Misrê Ebdulfeta El-Sîsî ku Amerîka piştgiriyê dide wî heya niha çend namzetên dijberên xwe girtine û xistine hewsê û çend namzetên din jî neçar kirine ku dev ji namzetiyê berdin.

Hilbijartina Serokomariyê li Misrê biryar e ku li Marsa 2018 bi rê keve.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bereberê vê hilbijartinê serdana Misrê kiriye û biryar e piştî wê serdana Urdin, Libnan, Kuweyt û Tirkiyê jî bike.