Sibat 12, 2018 17:55 Asia/Tehran
  • Dewama êrişa sîyonîstan ser Rexê Rojavaya Çemê Urdinê

Eskerên Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî êrişî deverên curbicur ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê kirin û 14 filistînî girtin û êrişên wan didomin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, eskerên Rêjîma Sîyonîst êrişî bajarokên Berqîn, Kufran û El Yamûnê li rojavaya Cenînê li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê kirin û dest bi lêgerînê li taxên curbicur kirin û piştî lêgerîna malan, çend ciwan jî girtin.

Li gorî vê raporê, li başûra Rexê Rojavaya Çemê Urdinê jî eskerên dagirkir hicûm bajarokê Tewey li nêzîkî Beyt Lehmê kirin û çend filistînî girtin. Eskerên rêjîma Israîlê di encama êrişa ser bajarên Tûlkerm û El Xelîlê de jî çend filistînî girtin.

Duh jî eskerên rêjîma Israîlê bi çend maşînan derbasî taxên Refîdîya û El Cebelê li bakûra Nablosê bûn û piştî lêgerîna li malan, 5 filistînî ji wan jinek girtin.

Li gorî rapora Navenda Mafên Mirovan a Zenîrê ya Filistînê, nêzî 7 hezar filistînî di rewşa herî giran li hepsên rêjîma Israîlê girtî ne.