Sibat 12, 2018 11:49 Asia/Tehran
  • Gullebarana baregehên kirêgirtiyên siûdî li Necrana Erebistanê

Li halekî ku firokeyên şêrr ên siûdiyan bombebarana malên xelkê li Yemenê didomîne, yekîneya topxaneya artêşa Yemenê cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora El Mesîreyê, hêzên artêşa Yemenê bi pêşdaçûna xwe li axa Erebistanê bi taybet navçeya Necranê, karîn ku kombûna kirêgirtiyên siûdî li nêzikî baregeha leşkerî ya El Beqeyê û Çiyayên Elîb û Şerq El Ecaşirê li vê navçeyê bidin ber êrîşên xwe yên bi topxaneyê.

Yekîneya gulleavêj a artêşa Yemenê jî karîn ku şeş kes ji kirêgirtiyên siûdî li Servahê li parêzgeha Marebê (Li navenda Yemenê) dan ber êrîşê.

Li vî halî, firokeyên şêrr ên siûdî îro anku Duşemiyê, bajarê El Lehyê li parêzgeha El Hedîdeya rojavaya Yemenê danber bombeyan.

Firokeyên şêrr ên siûdiyan her wiha baregeha leşkerî ya El Dêylemiyê li Senaya paytexta Yemenê dan ber êrîşên xwe.