Sibat 11, 2018 13:10 Asia/Tehran
  • Tirsa Rejîma Siyonîstî û zêdebûna teybîrên eskerî li bakûra filistîna dagîrbûyî

piştî ku du firokên şêr ên rejîma siyonîstî bi destê artêşa Sûriyê bûne hedef , tirsa Rejîma Siyonîstî zêdetir bû û wan teybîrên eskerî li bakûra filistîna dagîrbûyî zêde kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, ji zarê telivîzyona El-Cezîrê,piştî ku du firokên şêr ên rejîma siyonîstî bi destê artêşa Sûriyê bûne hedef , tirsa Rejîma Siyonîstî zêdetir bû û wan teybîrên eskerî yên xwe bitaybet teybîrên hewayî li bakûra filistîna dagîrbûyî zêde kirin.

Navenda agehdarî gihandina Filistînê jî ragihand ku artêşa Rejîma Siyonîstî ji îsrayîliyên navçên sînorî xwestine li sitargehên xwe bimînin.

Bingehekî siyonîstî jî eşkera ki ku Îsrayîl biryar girtiye sitargehên nû çê bike û li hinek ji navçên sînorî li bakûr ûsînorê tev Sûriyê rewşa awarte ragehîne.

şaredariya Hîfayê jî fermana çêkirina sitargehên giştî daye.

Medya û çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîstî diyar kirin ku balafirgeha navneteweyî ya Bin Goriyon li bakura Erdên Dagîrbûyî bi awayekî berwext hatiye girêdan û herêma hewayî ya rejîma siyonîstî ji bakur heya Telavîvê bi awayekî berwext girêdayî ye û li Golana Dagîrbûyî û El-Celîlê jî ajîra xeterê  hatiye lêxistin û rûniştiyên van deveran xwe gihandine sitargehan.

Piştî van bûyeran hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî baregehên artêşa Sûriyê dest bi êrîşan kir. Li ser van êrîşan rêveberiya Sûriyê daxuyand ku ev êrîşên Îsraîlê dê bêbersiv nemînin û pergalên parastinê yên hewayî yên Sûriyê bersivê dide wan êrîşên Rejîma Îsraîlê. Vê rejîmê bi caran bona piştgiriya ji terorîstan êrişî ser pêgehên artêşa Sûriyê kiriye.