Sibat 11, 2018 12:55 Asia/Tehran
  • NY: Divê rageşiya li ser sînorê Sûriyê demildest bê kêmkirin

Hat ragihandin ku piştî qeyrana balafiran a di navbera Rejîma Îsraîl û Sûriyê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Antonio Gutteres bangî herdu aliyan kiriye ku rageşiya di navbera xwe de kêm bikin.

Li gorî AFPê, berdevkê NYyê Stephane Dujarric diyar kiriye ku Guterres bi nîgeranî li wê rageşiya leşkerî dinere ya ku li ser sînorê Sûriyê diqewime û bangî hemû aliyan kiriye ku bê merc rageşiyê kêm bikin.Guterres xwestiye ku gişt aliyên li Sûriyê û navçê bila li ser qanûnên navneteweyî bisekinin.

Stephane Dujarric herwiha got: Sekreterê giştî yê NYyê bangî hemû aliyan kiriye ku bê merc rageşiyê kêm bikin û bisebir û  hemdê xwe bimeşin.

Guterres li daxuyaniya xwe de desnîşan kiriye: Gelê Sûriyê niha ji ber şidet û rageşiyên ku eva heft sal in berdewam dike û niha zêde û berfire bûne pir ketine zehmetî û êşê.

Duh balafirên bombeavêj ên Rejîma Siyonîstî ji bo cara çendan êrişî ser axa Sûriyê kirin û çend dever li Rîfa Şamê kirin hedefa êrişên xwe . Sîstema berevaniya hewayî ya Sûriyê jî li bersiva van êrişên Rejîma Siyonîstî balafireke vê rejîmê xiste erdê.

Di vê çarçovê de Sûriyê ragihandibû ku wan balafireke şerî ya Rejîma Siyonîstî xistiye ku qada Sûriyê ya hewayî bin pê kiriye û Rejîma Îsraîlê jî ev agahî piştrast kiribû

Rejîma Siyonîstî duh îdia kiribû ku navgîneke hewayî ya bêmirov ya leşkerî ya Îranê qada wan a hewayî bin pê kiriye û wan jî lê daye.