Sibat 10, 2018 18:27 Asia/Tehran
  • Erebistan pêşiya ketina terorîstên tekfîr li Iraqê negirt

Wezareta berevaniya Iraqê bi weşandina raporekê ragihand, dewleta Siûdî ji sala 2004`an heya 2016`an, çavê xwe ser çûyîna terorîstên tekfîrî bo Iraqê girêdaye û agahiyên pêwîst ên li ser ketina wan a nav axa Iraqê, çi ji rêya Sûriyê ve yan jî rasterast ji sînorê Erebistanê ve, nedaye ber destê Bexdayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, malpera nûçeyan a Erebî El Cedîd, îro şemiyê nivîsî: Rayedarekî payebilind ê iraqî ku navê wî nehatiye aşkerakirin, pêgîrî kir, li gorî rapora wezareta berevaniya Iraqê, Riyazê dil hebû bi berçavnegirtin û çavî xwe girêdana ser hatûçûna van terorîstên tekfîrî bo Iraqê, xwe ji wan ku ewlehiya wê xistibûn ber xeterê, xilas be.

Vî rayedarê iraqî herwiha got, li sê mehên vê dawiyê, ketina van terorîstan bo Iraqê, pirr kêm bûye û li hember viya, piştî şikesta terorîstên DAIŞ`ê  li Iraqê, ketina van terorîstan yan vegeryana van bo welatên xwe yên li Ewrûpayê û welatên ereb zêde bûye.

Li gorî nûçeyeka din, hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn êrişa hejmareka endamên çekdar ser navendekî polîsê li bajarê El Remadiyê, navenda parêzgeha El Enbarê li rojavaya vî welatî, pûç bikin.

Di eynî demê de bombeyeka bi destçêkirî, sibeha îro şemiyê li koleneka navça El Durê li başûrê Bexdaya paytexta Iraqê teqiya ku armanca wê hêzên geryanê yên Heşda Eşîran a Iraqê bû. Di encama vê êrişa terorîstî de du hêzên Heşda Eşîrên Iraqê birîndar bûn.