Gireva kedkarên şîrketeka siûdî li ber balyozxana Erebistanê li Beyrûtê
kedkarên şîrketa siûdî ya Ocer li ber balyozxana Erebsiatnê li Beyrûta paytexta Libnanê ketin girevê û ji dewleta Riayzê xwestin ku miaşa wan bidin.
Li gorî rapora roja yekemiyê ya Fars Newsê, kedkarên şîrketa Siûdî ya Ocer li vê girevê ji Selman Bin Ebdulezîz paşayê siûdî wxestin ku çawa ku peymanên curbicure tev Donald Trump a serokkomarê Emerîkayê wajo kiriye û bi milyaran dular pere daye Emerîkayê, bila miaşa kedkarên vê şîrketê jî bide.
Komîta kedkarên vê şîrketê jî bi daxûyaniyekê ji Sed Herîrî serokwezîrê Libnanê û Wezareta karên hundir a Erebistanê xwest ku pirsgirêka van kedkaran çaresrer bike . Medya Erebsiatnî heya niha nûça gireva li Beyrûtê neweşandine.
Şîrketa siûdî ya Ocerê li warên avahîsaziyê û geşatiya mal û milkan, muxabirat û IT`yê xebatê dike.