Çile 13, 2018 20:52 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana behrêynîyan li dijî îdamkirina ciwanên Şîe

Xelkê Behrêynê bi lidarxistina xwenîşandanên berfireh li navçeyên curbicur ên vî welatî, wêzariya xwe ji ber dayîna hikmê îdamê ji bo ciwanên şîe ragihandin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sewt El Menamê, xwenîşandanên behrêyniyan dijî kiryarên Rejîma Alê Xelîfe, li navçeyên curbicur yên wek Ebû Seibei, Şaxure, Kerane û El Sehle El Cinûbiye hatin lidarxistin.

Xwenîşandêr bi qêrîna hin dirûşmeyan dijî Alê Xelîfê, xwestin kuştina inqilabiyan demlidest were rawestandin.

Dadgeha Rejîma Alê Xelîfe, roja duşemiya hefteya buhurî, şeşe ciwanên behrêynî bi tawana pûç a karê dijî ewlehiya Behrêynê, mehkûmî du heya 5 salan zîndanê kirin.

Navenda Mafên Mirovan a Behrêyê berî niha ji Rejîma Alê Xelîfê xwestibû ta ku mihakimekirina sivîlan bi mihaneya çalakiyên terorîstî li dadgehên leşkerî rawestîne.

Rejîma Alê Xelîfe, bi mihaneyên curbicur, neraziyan digire û hikmên zîndan, îdam û îbtalkirina mafê welatîbûna Behrêynê ji wan re dide.

Behrêyn ji 14`ê Sibata 2011`an va bûye qada nerizamendiyên gelanî yên dijî Rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê, azadî, dabînbûna dadê û ji navçûna newekheviyê û desthilatdarbûna dewleteka bijarte li welatê xwe dixwezin.