Çile 13, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Bi dehan kirêgirtiyên siûdî li Cof a Yemenê hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama êrişên topxaneyî û mûşekî yên hêzên yemenî ser pêgehên kirêgirtiyên Siûdî yên li parêzgeha Cofê li bakûra Yemenê de, bi dehan kirêgirtî yên Siûdî hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê El Necm El Saqibê ya Yemenê, çavkaniyeka leşkerî ragihand, hejmarek ji van kirêgirtiyên siûdî di encama êrişa mûşekî û topxaneyî ya hêzên Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser bargehên wan ên li navça Mehaşmê ya li parêzgeha Cofê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Hêzên Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, herwiha operasyona xwe ya dijî bargehên siûdiyan, li navçeyên El Xurfe û Zerqeyê ku ketine El Meslûbê, cih anîn ku din encama wê de hejmarek kirêgirtî hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkaniyeka leşkerî jî ji teqîna 7 trombîlên kirêgirtiyên destdirêjker ên Siûdî li bakûrê Yextulê û başûrê rojhilata Qetabê li parêzgeha Teêzê agahî da.

Berî niha hêzên Ensarulaha Yemenê, karîbûn  di encama operasyona xwe ya dijî leşkerên Siûdî li navçeyên Cazan, Necran û Esîrê de ku ketine başûrê rojavaya Erebistanê, herîkêm 7 leşkerên siûdî bikujin.