Çile 13, 2018 17:29 Asia/Tehran
  • Wezîrekî Rêjîma Sîyonîst gefa îdamê li nûçegihanan kir

Wezîrê têknolojîyên peywendîyê yê Rêjîma Sîyonîst gefa îdamê li nûçegihan û mêdyakarên vê rêjîmê kir.

Li gorî rapora Rusia Al Yawmê, Eyûb Kara wezîrê têknolojîyên peywendîyê yê Rêjîma Sîyonîst li konfiransa salê ya partîya xwe li Îlatê li başûra erdên dagirbûyî yên Filistînê pêgirî kir ku dê pêngavên pêwîst têkildarî nijyara çapemenîyê rake.

Wî herwiha got: Bi pêngavên nû, dê mêdya û çapemenî bi awayekî girantir bên kontrolkirinê ku berçavnegirtina vê yekê dê bibe sedema cezaya giran û heta îdamê.

Orîn Hazan endamê parlimana Rêjîma Sîyonîst jî gotinên wezîrê têknolojîyên peywendîyê yê vê rêjîmê şermezar kirin.

Rêjîma Sîyonîst berî vîya jî hin nûçegihan bi hegera nerazîbûna li hemberî cinayetên eskerên vê rêjîmê ji kar derxistibûn.