Çile 13, 2018 11:59 Asia/Tehran
  • Bi sedan filsitînî li şer û pevçûna bi çekdarên siyonîst ra birîndar bûn

Çekdarên artêşa Rêjîma Siyonîst roja Îniyê bi êrîşa li ser filsitîniyan, derdora 300 kes ji wan birîndar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ji Ramellahê, hêzên siyonîst roja Îniyê bi êrîşa li ser navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, 292 kes ji welatiyên filsitînî yên nerazî li hemberî siyasetên serkutkriinê yên vê rêjîmê birîndar kirin.

Hêzên siyonîst li navçeyên sînorî yên Xezeyê jî hejamreka filsitîniyan bi derbê gulleyê birîndar kirin.

Erdên filsitînî ji 6`ê Kanûna 2017an va bi nîşanan nerazîtiya li hemberî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Israîlê bûne qala şer û pevçûnên giran di navebra çekdarên siyonîst û filsitîniyan.

Li van şer û pevçûnan heta niha 21 filsitînî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gorî raporên herî dawiyê, zêde ji 500 filsitînî jî ji dema biryara Trump  a dijî Qudsê hatine girtinê.