Çile 12, 2018 18:50 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana xelkê Filistînê li şeşem îniya Xezebê li dijî Emerîka û Îsraîlê

Çavkaniyên filistînî li bara pevçûna li çend navça kêleka rojava ya çemê Urdinê û xwenîşandana li Qudsê ji bo şermezarkirina biryara Emerîkayê derheq bi fermî naskirina Qudsa Şerîf wek paytexta Rejîma Siyonîstî agahî dan. Îro şeşem îniya xezebê li Filistîna dagirbûyî bû.

 Li gorî rapora  televîayona  El-Alamê, eskerên siyonîst deriyê Beyt Forîk li rojhilata  Nablusê girêdan û  li gundê Refîdyayê li rojava vî bajarî hin pevçûn derketin  ku li encama wê  filistîniyek birîndar bû û dagirkirên siyonîst jî kampa El- Irûbê  û  derbasgeha  navça  Seîrê li El-Xelîlê li başûrê kêleka rojava  çemê Urdinê girêdan.

 Xelkê Beyt Lehmê jî piştî lidarxistina  nimêja îniyê bona protstokirina  biryara serokkomarê Emerîkayê li bifermîanskirina  Qudsê wek paytexta Îsarîlê xwenîşandan birêxistin ku rastî êrişa eskerên siyonîst hatin.

 El-Alamê ji zarê çavkaniyên  Filistînê li bara girtina sê ciwanên  filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîstî li pevçûnên  derbasgeha  bakurî ya bajarê Beyt Lehmê li kêleka  rojava ya  çemê Urdinê agahî da.

 Li gorî rapora kanala  televîayoan  El-Alamê, bi hezaran kes jî roja îniyê meytê şehîd Iraq Borîn  li başûrê Nablosê oxir kirin û hevgav bajaroknişînan  êriş kirin ser malên filistîniyan li vî gundî.

Erdên  curbicure filistînî ji 6 kanûna 2017`an  bona  protsokirina biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq ragahndina  Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî bûye meydana  pevçûnên  giran navbera eskerên  siyonîst û filistîniyan.  Li encama van pevçûnan heya niah 21 filistînî şehîd bûn û bi hezaran kes birîndar bûne. Li gorî van raporan, zêde ji 500 filistînî jî ji dema  biryara Trump li dijî Qudsê hatine girtin.