Çile 12, 2018 10:58 Asia/Tehran
  • Qeterê dijî Imaratê li Konseya Ewlehîyê ya NY doz vekir

Nunera dayimî ya Qeterê li NY şeva buhurî ji ber ku Imaratê sînorê hewayî yê Qeterê derbas kir, dozek li dijî wî welatî li Konseya Ewlehîyê ya NY vekir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ulya Ehmed Ibnê Sêyf Alê Sanî li nameyekê bo serokê Konseya Ewlehîyê ragihand ku balafireke cengê ya Imaratê di 21`ê Kanûna sala 2017`ê de xulekekê li bilindahîya 33 hezar pêngavan li esmanê devera taybet a aborîyê ya Qeterê gerrîyaye.

Li vê nameyê hatîye pêgirîkirin ku ev kiryara Imaratê li gorî qanûnên navnetewî binpêkirina aşkira ya serwerîya Qeterê ye.

Nunera dayimî ya Qeterê li NY ev kiryara Imaratê ``handêr û bikîn wesif kir û got ku Duhe dê pêngavên pêwîst ji bo parastina sînor, esman û ewlehîta netewî ya xwe rake.