Kanûn 08, 2017 14:55 Asia/Tehran
  • Hin leşkerên Siûdî li başûrê Erebistanê hatin kuştin

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, wek bersiva li hember cinayetên Erebistanê, êriş birine ser bargehên kirêgirtiyên siûdî yên li Cîzanê li başûrê vî welatî û hejmarek ji wan kuştin.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, hêzên Berxwedana Yemenê, cihê kombûna leşkerên êrişker ên siûdî li gundê Medrese ya li Cîzanê dan ber êrişan ku di encama vê operasyonê de hejmarek ji wan êrişkeran hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li dewama cinayetên destdirêjkerên siûdî dijî yemeniyan, 15 welatiyên vî welatî di encama êrişên balafirên cengê yên siûdî ser navçeya Seban a li bajaroka Razixê li parêzgeha Sedê li bakûrê Yemenê de hatin kuştin.

Herwiha 8 yemeniyên sivîl jî di encama êrişa hewayî ya balafirên cengê yên Hevalbendiya Siûdî ser navçeya Benî Meadê li parêzgeha Sedê canê xwe ji dest dan.

Erebistana Siûdî bi piştgîriya Amerîkayê ji Adara 2015`an ve êrişî Yemenê kiriye û ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye.

Di encama vê şerxweziya Erebistanê de bi dehan hezar yemenî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.