Kanûn 08, 2017 13:21 Asia/Tehran
  • Girtina berfire a filistîniyan bereberê Îniya Xezebê

Leşkerên Rejîma Dagîrkerê Qudsê, sibeha îro îniyê, bi awayekî berfireh êriş birine ser navçe û taxên curbicur ên Qudsê û hejmareka zav a welatiyan girtin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê ji zarê çavkaniyên xwecî, bereberê lidarxistina xwenîşandana Îniya Xezebê, leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrişeka berfireh a ser pişka kevn a Qudsê, taxên Wad El Cuz, El Sewene û bajaroka Îsewiyê, herî kêm 16 filistîniyan piştî tundîûtîjiya ser wan girtin.

Ew êrişana bereberê lidarxistina xwenîşandana Îniya Xezebê û întifazeya Mizgevta El Eqsayê yên ser vexwendina Tevgera HAMAS`ê û komên din ên berxwedana Filistînê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember biryara Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê ya nasandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst cih tên.

Herwiha tevî hebûna hitmala qewimîna pevçûnan, Gadi Iznikot (Gadî Îznîkot), serokerkanê artêşa Rejîma Siyonîst li Perrava Rojava Çemê Urdinê, Qudsa dagîrbûyî û derdora Gazeyê, leşkerên vê rejîmê xistiye rewşa awarte û amadetiya tam û hêzên zimhêr jî jibo beşdariya li pevçûnan vexwendine.

Duh pêncşemiyê Perrava Rojava Çemê Urdinê û Zîvala Gazê, bûn qada pevçûn û ne aramiyên berfireh ên bona nîşandayîna nerizamendiya li hember biryara Amerîkayê ku di encama van pevçûnana de zêde ji 160 filistînî virîndar bûn.