Kanûn 08, 2017 10:10 Asia/Tehran
  • Filistînî dijî Amerîkayê doz vekirin

Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê, jiber karê Amerîkayê ya ragihandina Bêyt Ul Muqedesê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, şikata xwe bire Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY).

Li gorî rapora kanala nûçeyan a Sky News`ê, Riyaz Mensûr, nûnerê çavdêr ê Filistînê li NY got: Teşkîlata Xwerêveber a filistînî wek berteka li hember karê vê dawiyê ya Amerîkayê li bara Qudsê, hin name jibo serokê dewrê yê Konseya ewlehiyê, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û serokê Civata Giştî ya vê rêxistinê şandine.

Li van nameyan, biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, dijî biryarnameyên Konseya ewlehiyê û hevhatina navneteweyî hatine zanîn û ji Konseya Ewelhiyê hatiye xwestin demlidest berpirsyariya xwed di vî warî de cih bîne.

Riyaz Mensûr, got: Li van nameyan ji civaka navneteweyî hatiye xwestin li ser helwêsta xwe ya zelal û qanûnî li bara Qudsê pêgîrî bikin û karekê bikin ku ev biryara Amerîkayê îbtal bibe.

Wî herwiha li bara dûhatên vê karê bi handan ê Amerîkayê tevî hestyariyên Qudsê yên jibo gelê misilman û xaçparêz ê Filistînêû herwiha hemî misilmanên li seranserê cîhanê hişyarî da.

Dîplomatê filistînî got: Bi fermînaskirina Qudsê wekî paytexta Rejîma Dagirker a Qudsê, binpêkirina aşkera ya biryarnameyên navneteweyî ye.