Kanûn 07, 2017 20:31 Asia/Tehran
  • Serkutkirina xwenîşanderên filistînî li Perrava Rojava ya Çemê Urdinê û Xezê

Leşkerên siyonîst roja pêncşemiyê, xwenîşandana filistîniyan li Perrava Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezê serkut kirin.

Hejmareka zav a xelkê Zîvala Xezê û Perravên Rojavaya çemê Urdinê, bona nîşandayîna nerizamendiya xwe ya li hember biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya nasandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Îsraîlê, xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), leşkerên Rejîma Siyonîst jibo serkutkirina xwenîşanderên filistî yên li seranserê Perravên Rojavaya Çemê Urdinê û Zîvala Xezê, gaza rondikhîner bi kar anîn ku di encama van şidet û pevçûnan de çend filistînî birîndar bûn.

Di encama van pevçûnan de Siyonîst çend xortên filistînî li El Xelîl û başûrê Perravên Rojavaya Çemê Urdinê girtin. Siyûnîst bona serkutkiirna xwenîşandanên filistîniyan, li navçeyên curbicur ên Perava Rojavaya Çemê Urdinê bicih bûne.

Klîseya Ortodoks a bajarê Bêyt Lehmê, jî roja pêncşemiyê roja tazîdariya giştî ragihand û biryara Donald Trump ya li bara Qudsê şermezar kir û wê zalimane wesif kir.

Di eynî demê de Îsmaîl Heniye, serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Berxwedana îslamî ya Filistînê (HAMAS), li axiftina xwe ya Xezê got, Filistînî nikarin jibilî destpêkiirna intifazeyeka nû, li hember Rejîma Siyonîst ku ji aliyê Amerîkayê ve pişta wê tê girtin, bisekine..