Kanûn 07, 2017 17:40 Asia/Tehran
  • Fuad Mesûm: Biryara Trump derbeyeka giran li pêvajoya lihevkirina navçê da

Serokomarê Iraqê, biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya guhestina balyozxaneya vî welatî bo Qudsê li dahatiyê, neberaqil û derbeyek li pêvajoya aştiya li navçê da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, roja pêncşemiyê li daxuyaniyekê li bara dûhatên bixeter ên biryara neberaqil a dewleta Amerîkayê ser rewşa navçe û cîhanê ku ji ber terorîsmê bi êş û elem e, hişyarî da û got: Ev biryara, binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li bara Filistînê û berçavnegirtina mafên gelê Filistînê ye.

Serokomarê Iraqê, pêkhatina welatê serbixwe yê Filistînê ku têde filistînî mafên xwe yên tam û tekûz yên li sînorên 1967`an hebin û paytexta welatê wan, Qudsa Şerîf be, wekî rêçareyeka bi dadmendî û giştalî jibo mesela Filistînê da zanîn û hemî hevalên Filistînê vexwendin ku bibin yek û yekbûna xwe ya neteweyî û navxweyî jî biparêzin.

Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, jî bal kişand ser vê yekê ku karê Trump yê li bara Qudsê, navçeya erebî û îslamî û herwiha hemî cîhanê xistiye bereberê qonaxeka nû û dûhatên vê karê nebaş, wisan dan zanîn ku nayên pêşbînîkirin.

Ceferî, guhestina sefareta Amerîkayê bo Qudsê, sedema giranbûna qeyranê û zêdebûna êrişên ser xelkê Filistînê da zanîn û ji civaka cîhanî xwest berpirsyariyên xwe yên li hember van kiryaran cih bînin.

Bi sedan kes ji alimên sune yên Iraqê jî li kombûnekê li Bexdaya paytexta vî welatî, karê Trump şermezar kirin û ji hemî welatên îslamî û civaka cîhanî xwestin li hember vê biryara rayedarên Amerîkayê bêdeng nemînin.

Dewleta Kuwêytê jî bal kişande ser vê yekê ku guhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsê, berovajiya qanûn û biryarnameyên navneteweyî yên li ser rewşa qanûnî, siyasî û dîrokê yên bajarê Qudsê ye û destnîşan kir: Ev biryara herwiha berovajî biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, hevhatiname û konvansiyonên navneteweyî ye.