Kanûn 07, 2017 17:00 Asia/Tehran
  • Heniye destnîşan kir: Sibê wê întîfazeya azadiya Qudsê û Perravên Rojava destpê bibe

Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê, got: Ragihandina Qudsê wekî paytexta îsraîlê, bi dawîhatina aştiyê ye û sibê îniyê wê roja xezebê û destpêbûna liv û tevgerên berfireh ên bona întîfazeyeke nû ser navê Întîfazeya azadiya Qudsê û Perravên Rojava bibe.

Îsmaîl Heniye, serokê nivîsgeha siyasî ya Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), roja pêncşemiyê bi dû ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst ji aliyê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ve ragihand: Gotûbêjên aştiyê jibo hertimî têk çûn û tu tiştek ser navê Peymana Qurnê yan her navekî din êdî tuneye û evana hemî jibo hertimiyê hatin binaxkirin.

Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê, destnîşan kir: Biryara Amerîkayê ya dijî Qudsê bereberê salvegera Întifazeya Kevir (Întifazeya yekemîn a Filistînê li 8`ê Kanûna 1987`an) tê ragihandin û her întîfazeyek ku li Filistînê pêk hatiye têkildarî Qudsê bûye.

Heniye got: Îsraîl rejîmeka sexte û qelp e û tuneye ku bixweze paytexteka wê jî hebe û filistînî dixwezin ku siyaset û stratêjiyên nû jibo sekinîna li hember pîlanên nû yên dijî Quds û Filistînê kivş bibin.

Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê, destnîşan kir: Quds yek e û Qudsa Rojhilat û ya Rojava tuneye, belkî Quds bajareka filistînî, erebî û îslamî ye û ew paytexta dewleta Filistînê ye.

Serokê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê, li ser pêwîstiya civîna filistînî ya giştalî û lezgîn a jibo hilkolandina rewşa niha û berçavgirtina  siyaseteka yekbûyî pêgîrî kir û got: Tenê bi întîfazeya nû meriv dikare li hember siyaseta îsraîlî ya ku Amerîka pişta wê digire, bisekine û filistînî wê di çarçoveya întîfazeyeka nû de bixebitin.