Kanûn 07, 2017 16:47 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Biryara Trump tu nirxeke xwe tineye

Serokwezîrê Tirkîyê ragihand ku li gorî nêrîna Enqerê, biryara serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst tu nirx û hitbareke xwe tineye.

Li gorî rapora kanala TRT`ê, Binelî Yildirim îro bi daxûyanîyekê ragihand ku Enqere tu caran Qudsê wek paytexta Israîlê bifermî nas nake.

Serokwezîrê Tirkîyê bi şermezarkirina biryara Trump a bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst hişyarî da ku ev biryara yê bibe sedema gellek pirsgirêkan li navçê.

Serokwezîrê Tirkîyê pêgirî kir ku nabe bi navlêkirina Qudsê wek paytexta rêjîma talankir û zevtkir a sîyonîst, rêz û qedrê vî warê pîroz bikeve ber xeterê.

Duh jî Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê wek berteka li hemberî vê kiryara Trump got: Tenha rêya vegerandina aştî û istiqrarê li Rojhilata Navînê ``pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextîya Qudsê`` ye û heke Quds wek paytexta Rêjîma Sîyonîs bê naskirinê, Tirkîye yê peywendîyên digel Israîlê tam qut bike.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh ragihand ku Qudsê bi fermî wek paytexta Rêjîma Sîyonîst nas dike û ji wezareta karên derve ya Amerîkayê xwest ku amadekarîyên veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê bike.