Kanûn 07, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Balyozê Filistînê li Têhranê: Projeya guhertina paytexta Îsraîlê wê ji nav here

Balyozê Filistînê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku em şahidê vê yekê ne ku niha cihû ji erdên dagîrbûyî derdikevin û got: Projeya guhertina paytexta Îsraîlê wê ji nav here.

Li gorî rapora Selah El Zewawî, roja pêncşemiyê li civîna nûçeyan a li Têhranê, herwiha got: Axiftinên Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, yên libara ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, nîşan dan ku sozên Trump yên li bara çareseriya mesela Filistînê, derew bûne.

Balyozê Filistînê li Têhranê, destnîşan kir: Welatên îslamî di vî warî de berpirsyariyên xwe yên şerî hene û divê nerizamendî û bertekên xwe bikine wek projeyeka cehadî.

Selah El Zewawî, bi qedirzaniya ji helwêsta rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî û rayedarên din ên Komara îslamiya Îranê, li hember mesela Filistînê, destnîşan kir: Divê hemî welatên îslamî anegorî şiyana xwe bi şêwazên curbicur alîkariyê bikin ku erdên Filistînê azad bibin.

Hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqedr ê înqilaba îslamî, roja çarşemiyê îdiaya dijminên Îslamê li bara ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst jiber lawaziya wan da zanîn û herwiha got: Bêguman cîhana Îslamê wê li hember vê pîlanê bisekine û siyonîst wê bi vî karî, zerbeyeka mezintir bixwen û bêguman Filistîna ezîz azad bibe.

Balyozê Filistînê yê li Têhranê, herwiha pejirîna biryarnamên dubarebûyî rexne kirin û li ser hevgirtîbûna bi Filistînê li civakên navneteweyî pêgîrî kir û got: Filistînî wê heya azadiya tam a axa xwe têkoşînê berdewam bikin, Çûnku Rejîma Dagîrkerê Qudsê, projeya Îsraîla Mezin dişopîne.