Kanûn 07, 2017 16:35 Asia/Tehran
  • Sertîp Cezayirî: Rêjîma Sîyonîst mehkûmê jinavçûnê ye

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ê Îranê pêgirî kir: Nirxandina şaş a hikimdarên Amerîkayê û dagirkirên Filistînê, nabe sedema rizgarkirina Rêjîma Sîyonîst û ev rêjîma mehkûmê jinavçûnê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdear sertîp Mesûd Cezayirî îro wek berteka li hemberî gotinên Donald Trump serokomarê Amerêkayê têkildarî ragihandina bajarê Qudsê wek paytexta rêjîma Israîlê got: Israîlê warê Filistînê talan û zevt kirîye û dewama têkoşîna gelê Filistînê li hemberî vê tovê kanserê nîşan dide ku dagirker yê tu wexta asûde nebin û wan rêyek bilî terikandina vî warî û yan têkçûnê tinene.

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ê Îranê herwiha got: Texmîn û nirxandina çewt a hikimdarên Amerîkayê û talankir û zevtkirên israîlî têkildarî vîya ku di rewşa taybet a navçê û rewşa bêserûber a paşveroyên ereb de yê bikaribin armancên xwe yên demdirêj têkildarî warê Filistînê bi dest bixin, wek texmînên din ên wan ên li bara Iraq, Sûrîye û Yemenê encamekê bilî işkestê bi xwe re nayne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh ragihand ku Qudsê bi fermî wek paytexta Rêjîma Sîyonîst nas dike û ji wezareta karên derve ya Amerîkayê xwest ku amadekarîyên veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê bike.