Mijdar 15, 2017 18:52 Asia/Tehran
  • Berteka HAMAS`ê li hember kavilkirina mala şehîdê filistînî

Tevgera Berxwedana îslamî (HAMAS), pêgîrî kir, kavilkirina malên şehîdan ji aliyê leşkerên siyonîst, dibin sedema pêgîriya gelê Filistînê ser berxwedanê.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, tevgera HAMAS, roja çarşemiyê li daxuyaniyekê ragihand, kavilkirina mala şehîd Nemir El Cemel, yek ji rûniştiyên bajaroka Beyt Sorîkê li bakûrê Qudsê, cinayeteka din a dijî gelê Filistînê ye, gelek ku azadiyê dixweze.

Leşkerên Siyonîst sibeha çarşemiyê mala şehîd Nemir El Cemel yek ji endamên operasyona şehadetxweziyê ya li Beyt Sorîkê, dorpêç kirin û paşê ew kavil kirin.

HAMASê li vê daxuyaniyê jibilî pêgîriya liser mihakime û cezakirina serokên Têlavîvê  jiber destdirêjiya  ser gelê Filistînê, ragihand ku Rejîma Siyonîst bi kavilkirina mala vî şehîdê filistînî, cezakirineka komkî cih aniye û jiber vê yekê pêîwst e serokê Têlavîzê li dadgehên navneteweyî werin mehkemekirin.

Li dawiya daxuyaniya HAMAS`ê hatiye, siyaseta cezakirina komkî ya gelê Filistînê, şikesta xwe îsbat kiriye, ev siyaseta li hember mêrxasî û fîdakariyên hêzên qareman ên Filistînê şikest xweriye.