Mijdar 15, 2017 16:04 Asia/Tehran
  • Mîşel Ewn: `Karê Erebistanê yê girtina Herîrî, dijminî ye`

Serokkomarê Libnanê destnîşan kir ku Seid Herîriyê serokwezîrê vî welatî li Erebistanê hatiye girtinê û Libnan vê yekê wek ``Pêngaveka bi dijminatî`` dide zanînê.

Li gorî rapora Fars News`ê, Serokomarê Libnanê, Mîşil Ewn roja Çarşemiyê li Konseya Neteweyî ya Mêdyayên Libnanê got: ``Tiştê ku hatiye serê Herîrî, binpêkirina aşkira ya Mafên Mirovan e``.

Wî got: ``Bêyrût her karê ku bi armanca daxwaza ji bo azadkirina Herîrî pêwîst be, dê pêk bîne û em bi welatên erebî  ûrojavayî re di têkilliyê da ne``.

Mîşel Ewn got: ``Tu tiştek venegriyana Herîrî piştî 12 rojan ji destkişandina wî ya ji kar pîne nake; Welatên Libnanê wî wek kesek ku `Hatiye girtinê` dizane û ev yek li dijî lihevkirinameya Viyenê ye``.

Serokomarê Libnanê di dewamê da got: ``Em nikarin derbarê destkişandina ji kar ku li derveyî welêt hatiye ragihandin, biryarê bidin. Herîrî divê vegere Libnanê da ku an destkişandina xwe ji kar radest bike an dev ji vî karî berde``.

Serokomarê Libnanê got: ``Yekîtiya Neteweyî, rêya niha ji bo aramî û tenahiyê ye û tu dilgiraniyek derbarê rewşa malî ya welêt tune``.

Seid Herîriyê serokwezîrê Libnanê roja 4`ê Mijdara 2017an li Erebistanê destkişandina xwe ji posta serokwezîrtiya Libnanê ragihand.