Mijdar 15, 2017 13:07 Asia/Tehran
  • Cibran Basîl: ``Heke kêşeya Herîrî neyê çareserkirin, Libnanê dê xwe bavêje bextê qanûnên navneteweyî``

Wezîrê karên derve yê Libnanê, roja Sêşemiyê bi awayekî nerasterast gef li Erebistana Siûdiyê xwar ku eger kêşeya serokwezîrê Libnanê, Seid Herîrî neyê çareserkirin, ev welata neçar e ku berê xwe bide Qanûnên navneteweyî``.

Li gorî rapora Fars News`ê, Wezîrê karên derve yê Libnanê, Cibran Basîl li civîna nûçegihaniya hevpar digel Êmanoêl Makronê serokomarê Fransayê li Parîsê, rewşa Seid Herîriyê serokwezîrê Libnanê ``Nexûya`` da zanîn û destnîşan kir ku Herîrî divê vegere welatê xwe.

Ji roja 4`ê Mijdara 2017an ku Seid Herîriyê serokwezîrê Libnanê li Erebistana Siûdiyê destkişandina xwe ji kar ragihand, têkillî û pêwendiyên navbera Bêyrût û Riyazê tûşî kêşeyan bûye.

Rayedarên libnanî ji wan Mîşil Ewnê serokomarê vî welatî guihîştine vê qenaetê ku Seid Herîrî li Riyaza paytexta Erebistanê `Hatiye Girtinê`.

Berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînî û Êmanolê Makronê serokoamrê Fransayê jî pêştir xwestibûn ku Seid Herîrî vegere Libnanê.

Libnanî û karzan li ser vê bawerê ne ku destkişandina ji kar a Seid Herîriyê serokwezîrê Libnanê di bin zext  ûguvaşa Erebistanê da û bi armanca derbelêdana li Hizbullaha Libnanê li hundir û derveyî Libnanê pêk  hatiye.

Hizbullaha Libnanê li nav çîn û qatên cûrbicûr ên gelê Libnanê tê hebandin. Ji billî vê yekê Hizbullah hertim d rêya parastina yekparçetîya axa Libnanê pêngavan radike û li vê çarçovê ji bo parastina ewlehiya vî welatî, şerê dijî têrorîstên bin sîvana piştgiriya bereya siûdî-siyonîstî li Libnan û Sûriyê dike. Karê ku nema li gorî dilê Erebistana Siûdî û Rêjîma Siyonîst e.