Mijdar 14, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • NY têkildarî giranbûna rewşa insanî li Yemenê hişyarî da

NY têkildarî dûhatên girêdana benderên sereke yên Yemenê û bandora wê ser rewşa mirovî li vî welatî hişyarî da.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Cîmî Mek Goldrîk (Jamie McGoldrick) nunerê NY li karên mirovdostîyê li Yemenê ragihand: Girêdana benderên sereke yên Yemenê yê destkevtên warê têkoşîna li hemberî birsîbûnê li vî welatî bêxe ber gefan.

Nunerê NY herwiha got. Ardûya li bakûra Yemenê tenê têra 20 rojî û bênzîna heyî jî têra 10 rojên gelê vî welatî dike.

Mek Goldrîk ji Erebistanê xwest ku zûka hemî benderên sereke yên Yemenê veke ji ber ku girêdana derbasgehên sînorî yek ji gefên sereke ser rêka têkoşîna li hemberî birsîbûnê li Yemenê ye û niha herîkêm 7 milyon kes ji welatîyên Yemenê di rewşa wek ya xelayê de dijîn.

Hevalbendîya zorbêj a siûdî yekşemê şevê piştî êrişa mûşekî ya artêşa Yemenê ser balafirgeha navnetewî ya Melik Xalid a Rîyazê wek bersiva cinayetên rêjîma siûdî li Yemenê ragihnad: Hemî rêyên bejayî, deryayî û hewayî yên Yemenê tam girêdane.

Li gorî nûçeyeke din, Dayra Gişt Geştên Medenî û Radara Yemenê li daxûyanîyekê ragihand: Welatên zorbêj û destdirêjkir nasyar bi Hevalbendîya Erebî vê sibê di encama êrişa hewayî ser balafirgeha navnetewî ya Senayê de, sîstema kontrolê ya gemîyan (VOR-DME) tam ji nav birin ku bi vî awayî tenha imkana derbaskirina alîkarîyên mirovdostane yên NY û sazîyên din ên mirovdost ji nav birin.

Vê sazîyê ji civaka navnetewî û Konseya Ewlehîyê xwest ku erkên xwe li hemberî vê destdirêjîyê cih bînin û helwesteek teqil û vebirr li hemberî van cinayetên dijî mirovantîyê nîşan bidin.