Cotmeh 13, 2017 16:38 Asia/Tehran
  • Gotêrêş têkildarî rewşa insanî ya Yemenê hişyarî da

Sêkrêtêrê gişt NY li ser girîngîya çareserkirina gêreyan bi merema hilkolandina hegerên bingehîn ên xelayê li Yemenê û hin welatên afrîqayî sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Xinhuayê, Antonyo Gotêrêş got ku tevî alîkarîyên navnetewî, hejmara kesên ku li Yemen, Sûdana Başûr, Sûmalî û bakûra rojhilata Nîcêrîyê bi hegera gêreyên navnxweyî û an derveyî li ber xelayê ne, ber bi zêdebûnê ye.

Gotêrêş herwiha got: Tevî alîkarîyên Navenda Plana Cîhanî ya Xwarekê di meha Tebaxê de, bi milyonan kes li welatên hanê hela jî êş û kêmasîyan tamul dikin.

Sêkrêtêrê gişt NY herwiha got:. Bi hegera êrişên hewayî yên Erebistanê, gîhandina alîkarîya bo nêzî 700 hezar kesî li deverên Seide, Hece, Hedîde û Teizê li Yemenê, gellekî dijwar bûye.

Rêjîma Erebistana Siûdî bi piştgirîya Amerîkayê û hin hevgirtîyên xwe yên navçeyî ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve êrişî gelê bêguneh ê Yemenê dike.