Îlon 17, 2017 19:02 Asia/Tehran
  • Halê du kes ji alimên  behreynî li zindanên  Alê Xelîfe  xirab e

Rewşa fîzîkî ya şêx Mecîd El-Meşel û şêx Hesen Îsa ji alimên behreynî li zindana Alê Xelîfe piştî neh rojan gireva birçîbûnê, xirab bûye.

 Zindaniyên siyasî yên zindana navendî ya  Cu`yê, 9 Îlonê jibo  protstokirina  rewşa  xirab a zindanê û bikaranîna astengiyan, ketin gireva birçîbûnê û  raghandin: Ev  girev dê heya cihatina xwestekên wan werin domandinê.

 Li gorî rapora  Mehr Newsê û ji zarê  medya behreynî alimên behreynî eva neh roj in  ku jibo protestokirina  kiryarên serkutkirane  yên eskerên  Alê Xelîfe  li zindanê ketine gireva birçîbûnê.

  Her wiha alimên  Behreynê pênşemiyê buhurî  li daxûyaniyekê,  berxwedana  zindaniyên siyasî li zindanên  Behreynê ecibandin  û ji xelkê xwstin ku  bila hewara  zindaniyan de werin.

  Ji ber êrişên hovane  yên eskerên Behreynî ser zindaniyên  siyasî ji van aliman, rewşa  zindaniyan  meriv dilgiran dike.

 Rejîma Alê Xelîfe li 6 salên buhurî zêde ji 11 hezar welatiyên behreynî bi tawanên  pûç girtine. Behreyn ji van welatan e ku pêka  nifûsa xwe hejmara  herî zêde  ya zindaniyan heye  li gorî gotina  rêxistinên hiqûqî yên vî welatî, herîkêm  3 hezar welatiyên behreynî ji ber hegerên  siyasî di zindanê de ne .

 Behreyn ji Sibata 2011`an  bûye meydana  nerazîbûnên  biaşitî yên  gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe. Behreynî daxwaza azadî, damezrandian  edalet û rakirina duberekiyê û  bidesthilatbûna  sîstimeke bijarte li welatê xwe dikin.