Îlon 17, 2017 15:35 Asia/Tehran
  • Televîzyona Rejîma Siyonîstî: Netanyahû pilana îbtalkirina rêketina navokî dê bide ber destê Trump

Kanala dudiyan a televîzyona Rejîma Siyonîstî duh şemiyê ragihand ku serokwezîrê vî rejîmî roja duşemê dê pilanekê ji bo îbtalkirina rêketina navokî radestî serokkomarê Amerîkayê bike.

Kanala dudiyan a televîzyona Rejîma Siyonîstî duh şemiyê ragihand ku serokwezîrê vî rejîmî roja duşemê dê pilanekê ji bo îbtalkirina rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 radestî serokkomarê Amerîkayê bike. 

Biryar e ku Netanyahû û Trump sibê duşemê li Newyorkê bi hevra hevdîtinê pêk bînin.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî sêşemiya bihurî jî hevrê digel siyaseta Trump serokkomarê Amerîka ku dixebite rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 îbtal bike gotibû, ev rêketina pêwîste îbtal bibe.

Îranê û Koma 5+1`ê (Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn, Amerîka û Almaniyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû lê Amerîkayê bi caran ev rêketina navokî binpê kiriye.